H’emû nûçeSereke

Serok Barzanî cejina rojiyên Êzdît li êzidiyan pîroz dike

Serok Barzanî bi helkefta cejina rojiyên Êzdît pîrozbahiyê li êzidiyên Kurdistanê û cîhanê dike, herwesa hêvî dike ku ew cejin ji bo êzidiyên Kurdistanê û cîhanê bibe destpêkeke nû ya tenahî û bexteweriyê.

Serok Mesûd Barzanî  peyameke pîrozkirinê arasteyî êzidiyên Kurdistanê û cîhanê kir û tê de cejina rojiyên Êzdît li wan pîroz kir û got: “em tekezê li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemî pêkhatyên olî û neteweyî yên Kurdistanê û deverê dikin”.

Ev jî tekista peyama Serok Barzanî ye:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta cejina rojiyên Êzît, ez pîrozbahiyeke germ li xûşik û birayên êzidî li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim, ez hîvîdar im ev cejin ji bo aramî û bexteweriya tevaya xûşik û birayên êzidî bibe destpêkeke nû. Her bi vê helkefta pîroz, em tekezê li biratî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemî pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê û deverê de dikin. Cejna hewe pîroz be û bi xêr û xweşî bimînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button