SerekeSîyasî

Feysel Yûsif: şanda ENKS ê û Mezlûm Ebdî tekezî li ser girîngiya berdewamkirina hevdîtinan kirin

Ji bo avakirina helwesteke yekgirtî ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê, şandeke Sserokatiya ENKSê bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya.

Berdevkê fermî yê encûmena niştimanî ya kurdî li Sûryayê (ENKS) Feysel Yûsif ji K24 re ragihand, bi amadebûna berpirsên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞ ê 23 ê kanûnê civînek di navbera fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî û desteya serokatiya ENKS ê de hate kirin û tê de gotûbêj ji bo avakirina helwesteke yekgirtî ya kurdî li Sûryaya nû hatin kirin.

Feysel Yûsif da zanîn jî, aliyan di civînê de tekezî li ser girîngiya berdewamkirina hevdîtinan, ji bo çareserkirina pirsgirêkan li hev kirin.

Heta niha desthilatdarên nû li Şamê bi aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê re neciviyane, niha jî li Rojavayê Kurdistanê hewl tê dayîn ku aliyên kurdî bi yek şandê biçin Şamê û danûstandinan li ser paşeroja navçeyên xwe di Sûrya nû de bikin.

Her du aliyên kurdî yên sereke ENKS û PYD heta niha negihîştine rêkeftinekê, da bi hev re biçin Şamê, lê berpirsên ENKSê bi eşkere dibêjin, heta ku Rêveberiya Xweser, PYD û HSD pêwendiyên xwe ji PKK ê nebirin û ji bin siya PKKê nernekevin, ew nikarin bi wan re gavan bavêjin û kerta xwe bi destê PKK naşewitînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button