
Rayedarên îraqî di wê baweriyê de ne ku bi şikandina qampa Holê re, wê bi hezaran çekdarên DAIŞ ê ber bi Iraqê ve birevin û ewlekariya wî welatî jî têxin bin metirsiyeke mezin.
Hola kampê, ku li parêzgeha Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye, wek qampa herî mezin ya girtiyên DAIŞ ê tê dîtin, ku tê de nêzîkî 42 hezar kes ji 40 nasnameyên cuda yên navdewletî heye, piraniya wan jî malbat û xizmên çekdarên DAIŞ ê ne. Iraq niha guman dike ku aloziyên li Sûryayê û şerê di navbera hêzên kurdî û grûpên çekdar de, wê bandorê li qampa Holê bike û bibe sedem ku gelek terorîst ji qamp û zindanên Rojavayê Kurdistanê birevin Iraqê.
Iraqê çend caran hişyarî li ser metirslya qampa Holê daye û gotiye, ew ditirsin ku terorîst sûdê ji rewşa aloz ya deverê wergirin û ji zindanan birevin, ku dê di dawiyê de bandorê li ewlehiya Iraqê bikin. Rayedarên Iraqê dibêjin, DAIŞ li Sûryayê dest bi tevger û xwerêxistinkirinê kiriye, û di guhertinên bilez yên li Sûryayê de, çek û cebilxaneyên artêşa rêjîma Esed ketine destê wan.
Serokê komîteya asayîş û berevaniyê ya parlamentoya Iraqê Kerîm Elî Welî gotîye: “Bûyerên li Sûriyeyê mezin in û bandorê li Iraq û herêmê jî dike. Ji ber ku li Sûryayê komên têrorîst yên wek DAIŞ û Nusra hene û ji aliyê welatên navçeyî û biyanî ve tên piştevanîkirin, hukumeta nû ya Sûryayê nikare van grûpan rawestîne”.
Elî gotîye, kampa Holê û girtîgehên din di bin kontrola Hêzên Sûrya Demokratîk (HSD) de ne, lê ji ber gefên berdewam yên Tirkiyayê, eger heye ku rewşa kampê bandoreke mezin li rewşa Iraqê bike, ji ber ku di nava kampê de bi hezaran terorîstên DAIŞ ê yên îraqî û sûrî hene, ku weke metirsî li ser Iraqê tê dîtin.







