
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ev çend roj in çend hevdîtinên girîng li wezîr û rayêdarên pilebilind yên welatên cîhanê re pêk anîn û di wan hevdîtinan de xwest ku mafên kurdên li Sûrayayê û Rojavayê Kurdistanê bên parastin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê hefteyê li gel wezîrên parastinê yên Almanyayê, Îtalyayê, Holandyayê, serokerkanê Brîtanyayê û fermandeyê koalîsyonê çend hevdîtinên girîng pêk anîn.
Li gor zanyariyên Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî li gel welatên wek Amerîka, Fransa, Brîtanya, Holandya û Tirkiyayê rewşa niha ya Sûryayê û Rojavayê Kurdistanê û pirsgrêkên ewlehiyê yên herêmê gotûbêj kirine.
Welatên rojava dixwest bizanin perspektîfva Nêçîrvan Barzanî ya li ser guherînên Sûriyayê û rola Herêma Kurdistanê di vî warî de çi ye.
Di van hevdîtinan de Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser parastina aramiya Suriyayê û parastina mafên kurdan kir.
Nêçîrvan Barzanî her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞ ê (koalîsyon) hebûna xwe li herêmê berdewam bike.
Serokê Herêma Kurdistanê gelek caran ragihandiye ku metirsiya DAIŞ ê heta niha berdewam dike û li ser vê mijarê hişyariyên pêwîst da welatên hevpeyman.
Li gorî agahiyan, DAIŞ li nêzîkî hin deverên Bexdayê û li hin herêmên Sûriyayê yên wek Bûkemalê ji nû ve xwe birêxistin dike.
Ev rewş wekî metirsiyeke cidî li ser Herêma Kurdistanê û welatên hevpeyman tê dîtin.
Hevkariya Pêşmerge û artêşa Îraqê
Di civînan de tekez li ser bihêztirkirina hevkariyên di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê û hêzên koalîsyonê de hat kirin.
Bi taybetî behsa çaksazkirina hêzên pêşmerge û pêşketina pêvajoya întegrasyonê hat kirin.
Nêçîrvan Barzanî 12 ê kanûna pêşin, wezîrê parastinê yê Almanyayê Boris Pîstorîus qebûl kir.
Di heman rojê de serokerkanê giştî yê Brîtanyayê û şandeke pilebilind ya leşkerî û dîplomatîk ya wî welatî jî pêşwazî kirin.
17 ê kanûn pêşin, ew bi fermandarê koalîsyonê general Kêvîn Lîhî re civiya.
Nêçîrvan Barzanî îro jî wezîrê parastinê yê Holandyayê Ruben Brêkêlmans pêşwazî kir.
Di hevdîtinan de asayîşa herêmê, reformên rêşmerga û hevkariyên navdewletî hatin gotûbêjkirin.
Hewldanên Herêma Kurdistanê yên ji bo pêkanîna aramiyê li Îraq û herêmên derdora wê ji aliyê welatên rojava ve bi baldariyeke mezin tê şopandin.
Di hevdîtinan de tekez tenê li ser girîngiya rola Herêma Kurdistanê ya li Iraqê nayê kirin her wiha tekezî li ser rola wê ya pêkanîna aramiya herêmê jî tê kirin.







