Nava sê hevtîyada Tirkîyayê 120 kitêbên kurdî qedexe kirine

Tirkîyayê nava sê hevtîyên dawîda 120 kitêbên kurdî, kovar, rojname û tiştên kurdîye mayîn qedexe kirine. Dikevine nava wan kitêba usa jî kitêbên derheqa hîmdarê herêma Kurdistanê Mistefa Barzanî û sosîyolog Îsmayîl Bêşîkçî.Wextê qisa tevî Rûdawê, wekîlê yekîtîya çapxanên kurd Cîhad Rojhilat ev qedexekirin rexne kirîye.
“Salên 90 î jî ewqas kitêb carekêra nedihatine qedexekirinê. Lê van axirîya 120 kitêb hatine qedexekirinê.Ev yek layîqî kitêba rêkordaye Gînêsê dibe”,- ewî gotîye.
Rojhilat serda zêde kirîye wekî ev qedexekirin li gorî qanûndarîya tirka tiştekî qanûnî nîne, çimkî gorî qanûna derheqa çapkirinêda dibêje wekî kitêb yan jî kovar nikarin bêyî şedetîya bêne qedexekirinê.
Çapxana “Avêsta” ê jî dikeve nava wê navnîşê, çimkî 14 kitêbên wê jî hatine qedexekirinê. Destpêka meha kanûnê, polîsîya tirka li Dîyarbekirê, li eydbazara kitêbê gavên wî cûreyî avîtine û ji wêderê kitêb hildane, nehiştine ew bê belavkirinê, ya ku derheqa şerê li Efrînê gilî dike.







