H’emû nûçeSereke

Pêrspêktîvên hevkariya Ermenistan û Gurcistanê di warê parastinê de hatin  raberkirin

23-24 kanûne, xwendekar û xebatkarên rêveberiya “Bernameya bilind ya parastin û ewlekariyê” ya dibistana pêşdabirina saziyên parastinê ya wezîreta parastinê ya Gurcistanê, bi serokatiya cîgirê rêvebirê saziya perwerdehiyê Nikoloz Mêlkaze serdana Komara Ermenîstanê kirin, wezîreta parastinê ya Ermenîstanê agahdar dike.

Serokê daîreya polîtîkayên parastinê û hevkariya navneteweyî ya wezîreta parastinê ya Rûsyayê Lêvon Ayvazyan li kompleksa îdarî ya wezîreta parastinê pêşwaziya dêlêgasîya Gurcistanê kirîye.

Şanda Gurcistanê jî li zanîngeha lêkolînên netewî ya parastinê ya wezîreta berevaniyê hatîye pêşwazîkirin û serokê saziya perwerdeyê gênêral Albert Baxdadyan li ser xebatên zanîngehê gotarek  raber kir.

Di encama seredana Ermenîstanê de, di dîroka hevkariya di navbera saziyên perwerdehiya leşkerî yên her du welatan de, cara yekem di navbera zanîngeha lêkolîna parastina neteweyî ya wezîreta parastinê ya Ermenîstanê û saziyên parastinê de peymana hevkariyê hate îmzekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button