H’emû nûçeSereke
Rûsîyayê bona bernama bona xurekê mekteba, ya pirmîlyonê, li Ermenîstanê bide fînansekirinê

Kanîya înformasîyon Alpha News ê, ya li hukumata Rûsîyayê daye dîyarkirinê, wekî serokwezîrê Rûsîyayê Mîxayîl Mîşûstîn emirnivîsar îmze kirîye, li gorî kîjanê bona bernama xureke hemcîhanî gerekê fînans bêne başqekirinê û ewê hema xût bona fînansekirina progirama pêşxistina sîstêma xureke li mektebên Ermenîstanê bêne xerckirinê.
Li gorî wê emirnivîsarê, ji sala 2024 a hetanî sala 2028 a Rûsîyayê ji byûcêya dewletê ji 25 mîlyon dolarî zêdetir pere wê bona çareserkirina progirama xureke li mektebên Ermenîstanê cuda bike.







