
Berdevkê wezîreta Îranêye karên der Êsamîd Bag’ayî pîrozbahîya cejina mesîhîya belav kirîye û rexda dêrên ermenîye li Îranê bi navên wan raber kirîye.
“Em hemû mesîhîyên dinyayê pîroz dikin, bi taybetî girêdayî bûyîna Îsa Mesîh û cejina sersalêra. Pîrozkirina rojbûyîna Pêxember Mûhammed derfeteke ji bo bîranîna şîretên Xwedayî yên wî pêxemberê mezin ku her kes bangî edalet, aşîtî û qencîyê kirîye. Îran welatekî xwedî dîrokeke dewlemend ya jîyana hevbeş ya ol û çandan û hezkirina hevdu ye, bi mîrata hevpar ya olên Îbrahîmî serbilind e”,- berdevkê wezîreta Îranêye karên der di peyama xwe ya pîrozbahîyê de ku li ser mîkrobloga X ê hatiye weşandin, destnîşan kirîye.







