H’emû nûçeSereke

Ermenîstan têra divîne ku sala tê yûrobonda derxe û bona wê yekê xebat tên mîyaserkirinê

Ermenîstan têra divîne ku sala tê yûrobonda derxe û bona wê yekê xebat tên mîyaserkirinê. Li gorî nûçeya “Armenpress” ê derheqa wê  yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan wextê prêss-konfêransa tomerîkirina salê gotîye.

“Nava stratêjîya  deynê nava wedê navînda hatîye dîyarkirinê,wekî emê sala 2025 a yûrobonda derxin.Ez şame bêjim wekî rîska careke mayîn fînansekirinê hatîye kêmkirinê, çimkî beşeke yûrobonda ku sala 2025 a  tê temirandinê, me sala derbazbûyî paşda kirîye. Gilî derheqa wê yekêdane wekî ew barê ku bona sala tê gerekê bê dayînê, me daye sivikkirinê.

Ermenîstan plan dike ku bona wê yekê xebatên amadekirinê mîyaserke.Derheqa wededa emê başqe bidine dîyarkirinê”,-Hovhannîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button