
Serokê partiya paşerojê Ahmed Daudoglu amaje da ku, ew dema dêmokrasiya temam tê bicihanîn û mafên kurd, tirk û welatiyên din tên parastin, navxweya welatê wan bihêz dibe. Vê yekê jî ê bandoreke erênî li ser Îraqê û Sûriyayê hebe.
Şandeke partiya Wekhevî û Dêmokrasiya Gelan (Dem Partî) li Enqereyê bi serokê partiya paşerojê Ahmed Daudoglu re civiya.
Daudoglu piştî temambûna wê civînê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand: “Civîneke rastîn û cidî bû, zanyarên gelek baş li ser piroseya aşîtîyê dan me. Me tekez li ser wê yekê jî kir ku em çawa dersan ji ezmûnên borî werbigirin”.
Navbirî herwesa gotîye: “Niha demeke hestyar e û pêşhatên mezin li cîhanê û li deverê hene. Divê em bereyê navxweyî bihêz bikin, bihêzkirina vî bereyî jî tenê bi rêya bicihanîna dêmokrasiya temam û parastina mafên kurd û tirkan û hemî welatiyên din dibe”.
Serokê partiya paşerojê tekez jî kirîye: “Em giringiyeke zêde bi gaziya Devlet Bahçelî ji bo aştiya navxweyî didin”. Daxwaz jî kir: “Hem alî di vê dema hestyar de bi awayekî jîyane serederiyê dikin”.
Daudoglu di derheqa rewşa Sûriyayê de jî amaje da: “Me behsa Sûryayê û Îraqê jî kir. Dema Tirkîyayê di nav xwe de bihêz be, bandoreke baş wê li ser Sûriyayê û Îraqê jî hebe”.
Piştî vê civînê, şanda Dem Partiyê çû perlemana Tirkiyayê û bi firaksiyona AK Partiyê re civiya û biryar e her îro bi firaksiyona seadetê re jî bicive.
Herwesa biryar e şanda Dem Partiyê serdana serokê Partiya Devayê Elî Babacan û paştir jî serdana serokê Partiya Yenîden Refayê Fatih Erbekan bike.
Rojeva serekî ya rûniştinên vê heftiyê yên perlemana Tirkiyayê pirsa kurdan û destpêkirina qonaxeke nû ya aştiyê ye.Şanda Dem Partiyê dixwaze naveroka serdana xwe ji bo tevaya aliyên siyasî ron bike, ji bo ku yekdengiyeke temam li perlemanê hebe.
Hindî CHP ye jî, dema hevdîtina wê diyar nîne. Serokê wê partiyê Ozgur Ozel jî amaje da ku, di rûniştina civata serkirdetiya partiya wan de danûstandin li ser pirsa pêşwaziya şanda Dem Partiyê tên kirin.







