SerekeSîyasî

Makron: em bi kurdên Sûryayê re dilsoz dibin

Serokê Fransîyayê Emanuêl Makron piştrastiyê dide kurdên Rojavayê Kurdistanê û dibêje, ew li Sûryayê pişta xwe nade wan.

Serokê Fransayê Emanuêl Makron  6 ê çile di civîna salane ya balyozên Fransyayê de li ser rewşa niha ya Sûriyayê, şerê Gazayê, şerê Rûsyayê û Ukraînayê û gelek mijarên din axivîye.

Makron tekez kirîye: “Em pişta xwe nadin kurdên Sûryayê û em bi wan re dilsoz dibin”. Herwiha gotîye: “Kurd rûbirûyê grûpên terorîst bûne, bi taybetî rêxistina terorîst a DAÎŞ ê”.

Derbarê pêkanîna hukumeta nû ya Sûryayê de jî Makron gotîye: “Fransîya wê ligel Sûryayê di proseya veguhêz a demdirêj de be, ji bo avakirina Sûriyayeke azad û serwêr ku rêzê li cihêrengiya xwe ya êtnîkî, siyasî û mezhebî bigire”.

Serokê Fransîyayê derbarê pêwendiyên bi Îranê re gotîye: “Îran ji bo Fransyayê, Avropayê û tevahiya herêmê kêşeyeke stratejîk û ewlekarî ya mezin e”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button