
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) daxwazê ji serokê nûhilbijartî yê Amêrîkayê dike ku, hêzên welatê xwe ji Sûrîyayê venekêşe û dibêje: “Bi vekêşana wan hêzan, yan DAÎŞ serê xwe hildide yan jî dibe sedema serhildana şerê navxweyî”.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rojnameya Gardian a Brîtanyayî çavpêkeftinek kir.
Mezlûm Ebdî di çarçoveya wê çavpêkeftinê de daxwazek arasteyî serokê nûhilbijartî yê Amêrîkayê Donald Tramp kir û got: “Ez hêvîdar im Tramp hêzên Amêrîkayê ji bakûrê rojhilata Sûrîyayê venekêşe, ji ber ku vekêşana wan hêzan dibe sedema gefa serhildana DAÎŞ ê yan jî serhildana şerekî din yê navxweyî”.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) amaje jî daye: “Mana hêzên Amêrîkayê li Sûrîyayê sedema sereke ya seqamgirîya deverê ye”.
Navbirî ron jî kirîye “Piştî destpêka pêkdadanên li gel artêşa niştîmanî ya Sûrîyayê, çend endamên DAÎŞ ê nexşe danabû ku êrîş kiriba ser zindanan û endamên wan rizgar kiriban”.







