H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanê Swêdê di navbera elametîyên Elîyêv û Pûtînda himberîhevkirina dibîne

Elametîyên Elîyêv hema wî cûreyî tên belavkirinê, çawa ku yên Pûtîn tên belavkirinê.Derbarê wê yekêda parlamêntvanê swêdî Êrîk Hêlsborn malpera sosîyalîda gotîye.

“Pûtîn Ûkraîna nava sîyaseta nasîzmêda gunehkar kirîye û gotîye,wekî  “opêrasîyona leşkerî” bona tunekirina nasîzmêye. Ewî Rojava nava wê yekêda gunehkar kirîye ku Ûkraînayêra sîliha dişînin.

Elîyêv Ermenîstanê çawa dewleta faşîstî nav dike û wan dewleta gunehkar dike, yên ku sîliha didine Ermenîstanê.Ew dibêje ku heger şuxulkarên Ermenîstanêye sîyasî ji wa gotî “faşîzmê” dûr nekevin, ewê bi xwe wê yekê bike.

Em zanin ku axaftina wî cûreyî ji alîyê Pûtînda jî hate belavkirinê û paşê çi qewimî”,-parlamêntvan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button