H’emû nûçeSereke

Stratêjîya  pêwandîyên tevî Adirbêcanê li ser derewa bêeyb hatîye hîmdanînê: parlamêntvanê avropî

Parlamêntvanê li parlamênta Avropayê Martîn Zonêborn, yê ku Almanîyayê raber dike, stratêjîya  pêwandîyên tevî Adirbêcanê çawa ya li ser derewa bêeyb hesab dike.

Derbarê wê yekêda parlamêntvanê alman li Bryûsêlê gotîye “Armenpreses” ê, dema ku ewî derheqa elametîyên serokê Adirbêcanêye van axirîyaye agrêsîv û yên gefxwerinê xeberdaye.Ewî gotîye, wekî armanca Elîyêv ewe ku azadîyê û dêmokrasîyê bide tunekirinê, lê nava wî îşîda ew gerekê  negihîje açixîyê. “Stratêjîya Adirbêcanê, mînanî her dema li ser derewa eşekere û propaganda bêeyb hatîye hîmdanînê. Çawa faşîstekî rast, armanca Elîyêv ewe, ku azadîyê û dêmokrasîyê bide tunekirinê. Ewî ew yek li Arsaxê kir, lê niha jî gefa li Ermenîstanê duxwe.Ew yek gerekê jêra li hev neyê”,- parlamêntvanê parlamênta Avropayê Martîn Zonêborn gotîye. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button