H’emû nûçeSereke
Par nêzîkî 2 mîlyon 200 hezar tûrîsta serdana Ermenîstanê kiribûn: serdanên ji Rûsyayê kêm bûne

Par nêzîkî 2 mîlyon û 215 hezar geştîyar serdana Ermenîstanê kiribûn.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, wezîrê aborî Gêvorg Papoyan di civîna çapemenîyê ya salane de gotîye.
“Sala 2024 a da nêzîkî 2 mîlyon 215 hezar tûrîstên me hebûn, li gor sala 2023 a bi 7 selefî kêm e”,-Papoyan gotîye.
Bi gotina wî, tenê hejmara tûrîstan ji Rûsyayê kêm bûye, wek nimûne, hejmara tûrîstên ji Hindistanê, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Gurcistanê, Îranê, Fransîyayê, Çînistanê û Korêya Başûr zêde bûye.
Hedefa hukumetê ew e ku heta sala 2026 a salê 2,5 mîlyon tûrîst hebin.







