H’emû nûçeSereke

Siyaseta der ya Ermenîstanê digihîje asta xwe ya bingehîn: Nîkol Paşînyan

Siyaseta der ya hevseng ya ku Komara Ermenîstanê dimeşîne, digihîje qonaxa xwe ya bingehîn.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Paşînyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

“Peywendiyên me yên bi Komara Îranê re ji her demê zêdetir maqûltir in, ev peywendiyên hanê li ser esasê berjewendiyên xwezayî ne ku pêbawertirîn bingeha hevkariyê û garantiya aramiya peywendiyan e”.
Têkiliyên me bi Gurcistanê re li ser riya hevkariyek stratejîk in, ku ji bo pêşkeftinê derfet û potansîyala nû vedike.
Bi Tirkiyeyê re bingeheke berbiçev ya têgihîştinê ava bûye.

Komara Ermenîstanê di têkiliyên bi Adirbêcanê re ji bo hemû pirsgirêkan çareseriyên çêker pêşniyar kiriye, lê belê pêşniyarên çareseriyê raber kirine wê nikaribin herêmê zêde bikin.
Têkiliyên me yên bi Fêdêrasyona Rûsyayê re ji her demê bêhtir pratîkî ne, li ser mijarên konkrêt bêyî paketkirina hestyarî ye.

Dostaniya me ya bi Fransîyayê re xurt bûye û pêş ketiye.
Têkiliyên bi Yekîtiya Avropayê re ji her demê zêdetir nêzîk in, ev yek li Bryûsêlê jî xuya dike.
Bi Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê re hevkariyek stratejîk tê destpêkirin.
Têkiliyên me yên bi Hindistanê re giranî û wateyek nû wergirtin.
Têkiliyên me yên bi Çînistanê re pêşve diçin û kûr dibin.

Nîkol Paşînyan di nivîsa xwe de gotîye: “Li Rojhilata Navîn îmkanên nû ji bo hevkariyê hatin afirandin” û tekez kir ku ev helwêst şert û mercên zexm ji bo xizmetkirina bi serkeftî ji rojeva serxwebûna Ermenîstanê, serwerî û mayîndebûna dewletbûnê re diafirîne, ku wê di qonaxên pêş de bêne cîbicîkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button