Êdvard Asryan li baregeha NATO ê gelek hevdîtin pêk anîn

Alîkarê yekemîn yê wezîrê parastinê yê Ermenîstanê, serfermandarê giştî yê hêzên çekdar gênêral Êdvard Asryan ku ji bo serdana xebatê li Bryûsêlê ye, li baregeha NATO ê bi serokên parastinê yên Yûnanistanê re hevdîtinên dualî pêk anîn. Ev ji hêla wezîreta parastinê ya Ermenîstanê ve hatîye ragîhandin.
Hevkarîya dualî ya di warê berevanîyê de bi hevkarên Yûnanistan û Fransîyayê re asteke bilind hat tomarkirin. Gênêral Êdvard Asryan jî keda Atênkê û Parîzê ya ji bo xebatên berdewam yên ji bo veguhertin û pêşxistina artêşa Komara Ermenîstanê bilind nirxand.
Bi hevtayê xwe yê Gurcistanê re, bi taybetî ji pêrspêktîva pevguhertina ezmûnên pêşkeftî di warê veguhertinê de, rêyên piraktîkî ji bo aktîvkirina hevkarîyên dualî hatin gotûbêj kirin û li ser îmkanên pêkanîna peywendîyên dualî di warê berevanîyê de, bi nûnerê Swêdê re hatin guftûgo kirin.







