H’emû nûçeSereke

Gunehkarkirinên Adirbêcanêye çêkirî xirabkarîyên dijî cimeta Qerebaxê vedişêrin: Okampo

Dozgerê sereke, yê mehkema navnetewîye berê Lûîs Morêno Okampo elam kirîye, wekî gunehkarkirinên Adirbêcanêye çêkirî, yên dijî serokatîya Qerebaxêye berê, xirabkarîyên dijî cimeta Qerebaxê vedişêrin.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, Lûîs Morêno Okampo derbarê wê yekêda mîkrobloga xweye X ê da nivîsîye û bîr anîye, wekî 17 ê meha çile li Bekûyê wê proseyên mehkemê dijî girtîyên serokatîya Qerebaxêye berê destpêbin.

“Gunehkarkirinên Adirbêcanêye çêkirî xirabkarîyên dijî cimeta Qerebaxê vedişêrin. Stalîn wefat bûye, lê Elîyêv ji wî hîn dibe û proseyên mehkemêye vî cûreyî dide xebatê”,-Okampo nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button