H’emû nûçeSereke

Banka cîhanî pêşbînî dike ku geşbûna aborî ya Ermenîstanê kêm bibe

Banka cîhanî pêşbînî dike ku mezinbûna aborîya Ermenîstanê di salên 2025 a  û 2026 a de kêm bibe.

Li gorî raporê, rêjeya sala 2024 a 5,5  selef bû. Di heman demê de banka cîhanî pêşbînî dike ku mezinbûna aborîya Ermenîstanê di sala 2025 a de bibe  5 selef û di sala 2026 a de jî bibe 4,6 selef.

Bi giştî pêşbînî tê kirin ku geşepêdana aborî li Kafkasya Başûr di sala 2025 a de bibe 3,9  selef û di sala 2026 an de 3,4 selef. Tê pêşbînîkirin ku hilberîna pêtrolê li Adirbêcanê kêm bibe.

Tê pêşbînîkirin ku mezinbûna li Ermeîistanê û Gurcistanê nêzîkê potênsîyalê bibe ji ber ku faktorên wek ji nû ve îxracat, hatina geştyaran û mezinbûna mûçeya rastîn ku beşdarî mezinbûna sala 2024 a bûne normal dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button