SerekeSîyasî

Bi biryara dadgehê 6 rojnameger hatin girtin

Bi biryara dadgeha Stenbolê 6 rojnamegerên ku hatibûn desteserkirin bi hînceta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Polîsan serê sibeha 17 ê kanûna paşin ya  sala 2025 a di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Stenbolê de li Stenbolê, Wanê û Mêrsînê bi ser hinek malan de girtibû.

Di encamê de rojnameger Nêkla Dêmîr, Rahîmê Karvar, Ahmed Gyûnêş, Welat Ekîn, Vêdat Oruç û Rêyhan Hacîoglu hatibûn desteserkirin.

Polîsan di çarçoveya heman lêpirsînê de li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê bi ser navendên Marti Production և Guncel Production de girt û dest danî ser kompîter û hard dîskên her du ajansan.

Li gorî ajansa Mezopotamyayê, piştî karûbarên lêpirsînê hêzên ewlehiyê rojnameger Nêkla Dêmîr, Rahîmê Karvar, Ahmed Gyûnêş û Welat Ekîn birin dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê.

Her wiha Rêyhan Hacîoglu ya di encama heman lêpirsînê de li Wanê hatibû desteserkirin û Vêdat Oruç yê ku li Mêrsînê hatibû desteserkirin bi rêya sîstema SEGBÎS ê beşdarî dozê bûn.

Dadgeha Stenbolê bi hînceta “endamtiya rêxistinê” derbarê her 6 rojnamegeran de biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.

Di dozê de nûçe û bernameyên ku rojnamegeran çêkirine jî wekî tawan hatine hesibandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button