
Gera 55 a ya korbenda aborî ya cîhanê li Davosê bi tevlîbûna serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dest bi çalakiyên xwe dike.
Gera 55 a ya korbenda aborî ya cîhanê li bajarê Davosê yê Swîsrayê, bi tevlîbûna serokwezîr Mesrûr Barzanî û serok û serokwezîrên welatan û du hezar 500 kesatiyan ji berpirs û şandên welatan, bi rê ve diçe.
Ev sala çarê ye ku serokê hukumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hev tevlî korbenda aborî ya cîhanê dibe.
Korbenda aborî ya cîhanê îsal li jêr drûşmê “Hevahengî li serdema jîriyê” bi rê ve diçe, û biryar e seheta 06:30 bi dema Davosê (08:30 bi dema Hewlêrê) merasîmên vekirina wê lûtkeyê bên destpêkirin. Li dû karnameya belavkirî ya wê korbendê, di roja yekê de sê çalakvanên warê çand û mafên mirovan tên xelatkirin.
Ew lûtke pênc rojan vedikêşe û ji (duşemê, 20.01.2025) heta roja înîyê (24.01.2025) vedikêşe, herwesa zêdetirî 200 medya û kanalên cîhanî kor û panelên gera 55 a ya korbenda Davosê romal dikin.
Par di gera 54 a ya korbenda aborî ya cîhanê de, ji bo cara yekê mil bi milê welatên din yên tevlîbûyî ve li wê korbendê mala kurdî hat vekirin.
Mala kurdî li Davosê bi rex malên welatên Erebistana Saûdîye, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, Yûnanistanê, Bêlcîkayê, Hindistanê, Ukraînayê, Polonîyayê û welatên din ve hat vekirin û di dema heftiya wê korbendê de pêşwaziya mêvan û tevlîbûyîyên wê korbendê kir. Meremê vekirina mala kurdî ji bo balkêşana welatan û kompaniyên mezin yên cîhanê bû, ji bo ku bên Herêma Kurdistanê û di kertên cuda- cuda de weberhênanê bikin.







