Îsrayêlê tu cara tenê dijî Îranê dernekeve, gelek tişt wê tabîya Trampva girêdayîbe: pispor

Agirbesta Îsrayêlê û HAMAS ê bi saya tabîya admînîstrasîya Tramp hate destanînê.Derbarê wê yekêda erebzan Hayk Koçaryan gotîye News. am ê.
Ewî daye zelalkirinê,wekî dokûmênta salekê pêşda pêşnîyarkirî nehatîye guhartinê û hema cûrê dokûmênta sala par hatîye îmzekirinê. “Tabîya wekîlên Tramp, ya hişk tiştê sereke bû. Ew gerekê bighîştana qebûlkirina vê dokûmêntê û hema ew jî hetanî roja sondxwerina Tramp”,- pispor gotîye.
Bi gotina wî, pevguhartina dîla pêvajoyeke wededirêje û nava vî wedeyîda desthilatdarîya Îsrayêlê wê hemû tiştî bike, bona ku qayîlnivîsar bê teribandinê, bona ku ew bikaribe HAMAS ê gunehkarke.
“Berdewama opêrasîyonên leşkerî garantîya ewlehîya serokwezîrê Îsrayêlêye sîyasî û fîzîkîye. Qayîlnivîsar dikare usa bike ku bibe menîya hilbijartinên li welêt û nava encamê wê yekêda Natanyahû wê nikaribe kolaîsîyona xwe xweyke û piştî wê yekê jî dijî wî îşê mehkemê bê vekirinê. Bona ku ev yek nebe, Natanyahû dikare gavên başqe biavêje û bighîje wê yekê ku dijî HAMAS ê opêrasîyonên leşkerî berdewambin”,-Koçaryan gotîye.
Lê belê, çawa ku pispor gotîye, gelek tişt ji axaftina sondxwerina Trampva girêdayîne. Femdarîye wekî serokê Amêrîkayêyî nû û serokwezîrê Îsrayêlê nava pêwandîyên sincirîdanin.
“Natanyahû dikare gavên başqe biavêje, lê berbi xwekuştinê neçe. Heger Îsrayêlê garantîyayên piştgirîyê ji Amêrîkayê nestîne, wî çaxî ewê dijî Îsrayêlê dernekeve, çimkî Îsrayêl nikare tenê dijî Îranê şerke”,- Koçaryan gotîye.







