
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Donald Tramp kirîye û gotîye: “Em hevkariya xwe ya bihêz ya bi Amêrîkayê re bilind dinirxînin û li bendê ne ku em bi hev re ji bo bipêşvebirina aşîtî, aramî û nirxên hevbeş bixebitin”.
Donald Tramp di hilbijartinên 5 ê çiriya paşin ya sala 2024 a wek serokê nû yê Amêrîkayê hatibû hilbijartin.
Li Waşîngtona paytexta Amêrîkayê ji bo sondxwarina destbikarkirina Donald Tramp merasîmek hatîye lidarxistin.
Donald Tramp sond xwarîye û bi fermî bû 47 emîn serokê Amarîkayê.
“Em hevkarîya xwe ya bihêz ya bi Amêrîkayê re bilind dinirxînin”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Donald Tramp kirîye.
Nêçîrvan Barzanî di peya xwe ya li ser hesabê xwe yê X ê de wiha gotîye:
Li ser navê Herêma Kurdistana Îraqê, ez Donald Tramp ji bo destbikarbûna wî wek serokê 47 emîn yê Amerîkayê pîroz dikim.
Em hevkariya xwe ya bihêz ya bi Amêrîkayê re bilind dinirxînin û li bendê ne ku em bi hev re ji bo pêşvebirina aşîtî, aramî û nirxên hevbeş bixebitin”.







