H’emû nûçeSereke

Fînlandiyayê diyar kir ku Ermenîstan dixwaze ji qada bandora aborî û leşkerî ya Rûsyayê derkeve

Li Ermenîstanê têgihiştinek zelal û îradeyek zelal heye ku ji qada aborî û leşkerî ya Rûsyayê derkeve, di heman demê de divê Ermenîstan jî karê xwe bike û em ê her tiştî ji aliyê xwe ve bikin. Ev yek ji aliyê serokê parlamêntoya Fînlandîyayê Cûssi Halla-aho ve di panelekê de li Yêrêvanê ya bi mijara “Bi hev re ji bo aştî û demokrasiyê” bi beşdariya serokên parlemanên welatên Baltik û Bakurê Avropayê hat lidarxistin.

Ji bo ku Ermenîstan bibe endama Yekîtîya Avropayê divê xirapiya Ermenîstanê ya li hemberî Rûsyayê bê kêmkirin. Divê Ermenîstan girêdayîbûna xwe ya ênêrjiyê ya ji Rûsyayê û bazara Rûsyayê kêm bike. Lê belê weke ku hevkarên ermenî jî diyar kirine, eger alternatîv nebin, zehmet e ku bazirganiya bi Rûsyayê re raweste. Pêvajoyên întêgrekirina Ermenîstanê di bazarên Yekîtîya Avropayê de û kêmkirina girêdayîbûna bi Rûsyayê re divê bi hev re pêk bên. “Em ê her tiştî bikin da ku piştgiriya Ermenîstanê bikin û girêdayîbûna wê ya bi Rûsyayê kêm bikin”,- ewî gotîye.

Ewî bal kişand ser girîngiya asayîkirina peywendiyên di navbera Ermenîstanê, Tirkiyayê û Adirbêcanê de. Cûsi Halla-aho bawer dike: “Ev dê firsendên lojîstîkî yên nû ji bo întegrasyona hê mezintir bi bazara avropî re veke”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button