SerekeSîyasî

Şandeya DEM Partiyê li ser hevdîtina bi Ocalan re daxuyanî da

Şandeya Îmraliyê ya DEM  Partiyê derbarê hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re gotîye: “Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike”.

Parlamentarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sîrrî Sureya Onder  22 ê çile li girtîgeha Îmraliyê bi rêberê PKK ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeyê daxuyaniyeke nivîskî derbarê hevdîtinê de weşand.

Daxuyaniya şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê:

“Weke lijneya Îmraliyê ya partiya DEM ê me di 22 ê çileya sala 2025 a de li girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de, birêz Ocalan sersaxî li malbatên wan welatiyan xwest ku ji ber şewata êşdar ya Bolûyê jiyana xwe ji dest dane û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwestîye.

Lijneya me der barê hevdîtinên me de ku em bi rê ve dibin agahiyên pêwîst dan birêz Ocalan.

Xebatên birêz Ocalan yên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekariyên der barê vê mijarê de bi dawî bibin, daxuyaniyên pêwîst wê ji raya giştî re bên ragihandin.

Em wek lijne, em ê xebat û têkiliyên xwe bidomînin û her ku geşedan pêk bên em ê raya giştî agahdar bikin.

Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike. Bi hêviya ku ev armanc pêk bê, em ji hemû beşên civakî tevkariyên wan yên hêja hêvî dikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button