H’emû nûçeSereke

Îranê pêşnîyarî Tramp kirîye ku îsraêlya li Grênlandîyayê bide cîhwarkirinê 

Wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî çawa bersiva serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Donald Tramp, yê ku pêşnîyar kiribû ku felestînîya ji Gazayê cîguhastî welatên erebaye cînar bikin, pêşnîyar kirîye  ku îsrayêlîya li Grênlandîyayê bidine cîhwarkirinê.

Wextê hevpeyvîna tevî Sky News ê, Araxçî  qerfê xwe li pêşnîyara Tramp kirîye, kîjanê nerazîbûna herêmê pêşda anîye.

“Pêşnîyara min tiştekî mayîne.Dewsa  felestînîya îsrayêlya ji wandera derxin û bibine Grênlandîyayê bona ku bi agirkirinekê du kêwrîşka bikujin”,- Araxçî gotîye.

Wezîr usa jî derheqa wan axaftinada xeberdaye, bi kîjana derheqa bernama Îranêye atomîda dibêjin û derheqa êrîşa dijî Îranêda didine dîyarkirinê.

“Me zelal daye femkirinê,wekî her êrîşeke li ser îdarên meye atomî wê rastî bersivê bê.Feqet ez nafikirim,wekî ewê vê yekê bikin.Ewê bi rastî bibe bêaqilî û ew yek wê temamîya herêmê bike nava qezîya mezin”,-wezîr gotîye.

Bi gotina wî, Tehran amadeye hemû pêşnîyarên Tramp guhdarke.Feqet wê diha zêde tişt bêne xwestinê bona ku Îran bê ser wê fikirê ku pêwîste hevraxeberdana destpêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button