
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) tekez kir, armanca serdana wî bo serok Barzanî yekgirtina helwesta kurdî bû.Tekez kir jî, Tirkîya û grûpên çekdar yên ser bi wê ve nahêlin Sûrîya aram bibe.
Fermandarê Giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî di hevdîtineke rojnamevanî de gotîye: “Êrîşên û milîsên nêzîkî Tirkîyayê, xewina Sûryake aram di pêşerojê de têk dide”.
Ebdî tekez kirîye, Hêzên Sûrîya Dêmokratîk rê nadin milîsên nêzîkî Tirkîyayê derbazî rojhilatê Firatê bibin. Her wiha gotîye, danûstandinên bi Heyet Tehrîr El-Şamê re berdewam in, lê fişara ji bo rawestandina êrîşên Tirkîyayê, gava yekem e ber bi Sûryake aram.
Derbarê serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û hevdîtina li gel serok Barzanî de, Ebdî da zanîn, armanca serdana wî bo Hewlêrê, yekkirina helwesta kurdî bû.
Fermandarê Giştî yê HSD ê dîyar kirîye, ji bo danûstandina li gel Şamê, wê di çend rojên de bi hêz û alîyên kurdî re bicivin û wek tîmekê serdana Şamê bikin.
Her di vê derbarê de, berdevkê ENKS Feysel Yûsif ji K24 ê re gotibû, serok Barzanî û hevpeymanîya navdewletî rijd in li ser nêzîkatîya alîyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê û di demek nêzîk de ewê careke din hevdîtinê bi Mezlûm Ebdî re bikin.
Feysal Yûsif gotye jî, armanca civîna bi Mezlûm Ebdî re, ji bo gihîştina bi nêrîn û daxwazên hevbaş yên kurdên Sûryayê ye û tekez kir, her çiqas zû ev yekrêzî çêbibe, ji bo miletê wan baştir e.







