SerekeSîyasî

Bi tevlîbûna nûnerê Rojavayê Kurdistanê, parlamana Avropayê li ser rewşa Sûryayê civiya

Perlamana Avropayê bi tevlîbûna nûnerê Rojavayê Kurdistanê civînek li ser rewşa nû ya Sûrîyayê rêk xist û hemî ew mexanîzm û rêkar gengeşe kirin yên ku, bi tevlîbûna tevaya pêkhateyan wan dibe ser rêya avakirina Sûrayayê.

Peyamnêrê K24 ê li Bryûsêlê Barzanî Hesen gotîye:“Koma Rînyo li nav parlamana Avropayê li Bryûsêla paytexta Bêlçîkayê hejmareke çalakvan û nûnerên Rojavayê Kurdistanê jî ji bo civînekê li ser rewşa nû ya Sûrîyeyê vexwandin”.

Barzanî Hesen eşkere jî kirîye: “Ebdilkerîm Omer wek nûnerê Rojavayê Kurdistanê li parlamana Avropayê amade bû, gotarek jî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û wan derfetên hatine pêşberî kurdan pêşkêş kir, xazima  piştî civîna navbera serok Barzanî û Mezlûm Ebdî ji bo ku bi yek deng û yek dest kurd li Rojavayê Kurdistanê biçin Şamê”.

Ebdilkerîm Omer li ser îhtîmala danûstandinên kurdan bi îdareya nû ya Sûryayê re jî amaje da: “Li dûrî çavkên kamêrayên rojnamevanan, di rojên borî de fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û fermandarê Giştî yê îdareya û ya Sûrîyayê Ehmed Şera civîyan, û di wê civînê de biryar hatîye dan ku li paşerojê hejmareke lijne û komîtêyan bê çêkirin ji bo ku bê zanîn kurd çawa tevlî hukumeta Sûrîyayê ya bê dibe, herwesa hêzên kurdî çawa bikarin tevlî çarçoveya artêşa nû ya Sûrîyayê de bibin”, Herwesa gotîye:“Ew civîn erênî bû”.

Navbirî ron jî kirîye:“Civîna Mezlûm Ebdî û encûmena niştîmanî ya kurd li Sûrîyayê (ENKS) gelek erênî bû”. Di derheqa îhtîmala mana hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê de jî ragîhandîye: “Pentagonê ragîhandîye ku hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê dimînin”.

Peyamnêrê K24 ê li Bryûsêlê Barzanî Hesen eşkere jî kirîye: “Armanca civîna parlamana Avropayê li ser rewşa Sûrîyayê ew e ku bikarin careke din Sûrîyayê ava bikin, bi awayekî ku hemî pêkhate tevlî wê bibin”.

Barzanî Hesen herwesa gotîye:“Li parlamana Avropayê tirseke zêde ji rewşa nû ya Sûrîyayê heye, xazima jî tirsa ji wan komên cîhadî yên Sûrîyayê yên ku nêzîkî Tirkîyayê, lewma parlamana Avropayê dixwaze ew kom ji girjî û alozîyan bên dûrxistin”.

Piştî nehêlana rêjîma Esed, civîna yekê ya parlamana Avropayê li ser rewşa Sûrîyayê hat kirin, ku nûnerê Rojavayê Kurdistanê jî tevlî wê bû û gotarek li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button