H’emû nûçeSereke
Dêlêgasîya bi serokatîya serokwezîrê Gurcistanê wê bi seredana xebatêva bê Ermenîstanê

Îro dêlêgasîya bi serokatîya serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Kobaxîzê bi seredana xebatêva tê Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda ji hukumata Ermenîstanê ragîhandine.
“Pêşda wê hevdîtina Nîkol Paşînyanê serokwezîr û Îraklî Kobaxîzê cuda pêk bê, lê paşê bi serokatîya serokwezîrên herdu welata, civîna komîsîya di navbera hukumatada, ya hevkarîya êkonomîkîye di navbera Ermenîstanê û Gurcistanêda, wê pêk bê”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.







