SerekeSîyasî

Adirbêcan him Rûsyayê û him jî Îranê wek tehdîd dibîne: zanyarê sîyasî

Li Adirbêcanê him Rûsyayê û hem jî Îranê wek tehdîd  tên dîtin, ji ber wê jî Bekû ji peymana stratêjîk ya di navbera Tehranê û Moskvayê de hîşyar e. Derheqa wê yekêda zanyarê sîyasî Alêksandr Îskanderyan di bernameya “Faktora hêzê” ya News.amê de  gotîye.

“Di encama şerê Qerebaxê de, Adirbêcan ji berê zêdetir xwe dihise ku dikare çalakîyên serbixwe pêk bîne”. Berîya 10 salan Pûtîn dikaribû bi yek têlêfonê her nakokîyek di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de rawestîne.Niha li Enqereyê jî hejmara têlêfona Elîyêv heye. “Herweha helwêsta Rojavayê li hember Îranê ber bi başbûnê ve naçe û Adirbêcan jî dikare vê yekê bikar bîne da ku xwe azadtir hesab bike”.

Zêdebûna vê dawîyê ya peywendîyên Rûsyayê û Adirbêcanê, li gorî wî, bi wê yekê jî ve girêdayî ye ku Adirbêcan hest dike ku qada derfetan dikare û berferehtir dibe.

“Dema ku Adirbêcanê  sala 2020 î de helîkoptereke rûsî xist, Bekûyê yekser her tiştê ku hewce bû kir, ji ber ku şerekî Ûkraînayê tune bû û Adirbêcanê jî mimkûn nedît ku tiştekî din bike”. Demek berçav derbaz bû û Rûsya di encama şerê 44 rojî de ji hêgêmonîya Başûrê Kafkasyayê nema û piştre Adirbêcanê destûr da Tirkîyayê ku bikeve herêmê. Ev bû sedem ku pencereya fersendê ya Bekûyê berfireh bibe.

Bûyera balafirê ji bo Elîyêv firsend e ku nîşan bide ku Adirbêcan xwedî şîyana cuda tevgerê ye.

“Herwiha îro berjewendîyên hevpar yên Rûsyayê û Adirbêcanê li gorî berîya sala 2020 î û piştî  sala 2022 a zêdetir in û Adirbêcan ji Ermenîstanê ji bo Rûsyayê bi nirxtir e”: pispor destnîşan kirîye

Zêdetir nîşan bide
Back to top button