
Droneke bombekirî arasteyî kempa awareyên Rojhilatê Kurdistanê li sînorê parêzgeha Hewlêrê hat kirin, lê aramnca xwe nehingaft û tu zirarên canî û madî jê peyda nebûn.
Dijêtêrora Kurdistanê ragehandîye: “Droneke bombekirî arasteyî kempa awareyên Rojhilatê Kurdistanê li binarê çîyayê Korekî li sînorê parêzgeha Hewlêrê hat kirin”.
Li dû zanyarên Dijêtêrora Kurdistanê, (Pêncşemê, 30.01.2025) seheta 17:40 ê êvarê, droneke bombekirî arasteyî kempa awareyên Rojhilatê Kurdistanê li binarê çîyayê Korekî li sînorê parêzgeha Hewlêrê hat kirin.
Dijêtêrora Kurdistanê herwesa ragehandîye: “Wê dronê aramnca xwe nehingaft û pûç bû û keft, herwesa tu zirarên canî û madî jê peyda nebûn”.







