Li ser axa Ermenîstanê Adirbêcana Rojavayê nikare hebe: Paşînyan

Ma em bi hilweşandina Koma Mînsk ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehîya Avropayê re razî ne? Heger nakokî tune be, mabesta formateke ku xizmeta nakokîyê dike çi ye, lê em dixwazin piştrast bin ku hilweşandina hevserokatîya Koma Mînskê ji bo Adirbêcanê heman wateyê dide, ne ku mebesta Adirbêcanê hilweşandina Mînskê ye? Hevserokatîya komê û destpêkirina pevçûyîneke nû ya li ser esasê pêkanîna îdîayên li ser herêman, ev yek tê wateya aşîtîyê? Derheqa wê yekêda serokwezîr Nîkol Paşînyan di civîna çapemenîyê ya 31 ê çile de gotîye.
“Heger ev yek bi awayekî rê li Adirbêcanê bigire ku nakokî çêbike, wê demê mebesta hilweşandina wê komê çi ye, yanî em wê hilweşînin… Heger ev tê wateya çiraya kesk ji Adirbêcanê re ku li dijî Ermenîstanê îdîayên axa xwe raber bike û kûr bike, “çi ye xala wê çalakîyê?” ewî gotîye.
Gelo sedemek heye ku em hizir bikin ku nîyeta Adirbêcanê bi vî rengî heye?
“Axaftina Adirbêcana Rojavayê destdirêjîyeke raste-rast e li ser yekparebûna axa Ermenîstanê, ne tenê ji ber ku Adirbêcan, bi rastî, bi fermî 60 selef ji axa serwêrêya Ermenîstanê bi navê Adirbêcana Rojavayî bi nav dike, lê her weha ji ber ku wan di konsêptê de formûlasyonek jî cîhandîye. Ya rêxistinê bi navê wê, ku tê wê maneyê ku ew rêxistin, ne tenê ew rêxistin, lê her kesê ku wê hevokê bikar bîne jî bi kêmanî 60 selef yekparebûna axa Ermenîstanê nas nake.
“Ez dubare dikim: Adirbêcana Rojavayê herêmên rojavayê Adirbêcanê ye”,-Paşînyan got û destnîşan kir ku li ser axa Ermenîstanê Adirbêcana Rojavayê nikare hebe û her mijarek di bin vê ferhengê de ji bo Ermenîstanê nayê nîqaşkirin.
Paşînyan her wiha destnîşan kir ku li himberî vê rewşê mafê Ermenîstanê heye ku artêş hebe.







