
Li Ermenîstanê bernamên bona alîkarîya hûmanîtarî, yên ajansa amêrîkîye pêşkeftina navneteweyî, nehatine sekinandinê.Derheqa wê yekêda ji mîsîya ajansêye li Ermenîstanê gotine News. am ê.
Bi bîranîna wê yekê, wekî serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Donald Tramp emir kirîye ku ajansa amêrîkî piştgirîya bona welata bide sekinandinê, News. am ê pirs daye mîsîya ajansêye li Ermenîstanê, ku gelo fînansekirina bernamên li Ermenîstanê sekinîye, yan na?
“Sêkrêtarê dewletê begemîya xwe daye alîkarîya hûmanîtarîye bona xilazkirina jîyanên meriva û bona hineka alîkarîya cuda destûr daye.Niha bernama bona xilazkirina jîyanên meriva gerekê berdewambin, yan jî xebata xwe destpêkin”,- nava bersivêda hatîye gotinê.
Ji mîsîya ajansêye li Ermenîstanê dane dîyarkirinê,wekî bona cudatîyên wî cûreyî pirs tên stendinê.
“Em piştgirîyê didine wan pirsa.Çend pirsên wî cûreyî îdî nava çend sehetada hatine îzbatkirinê”,-nava bersivêda hatîye gotinê.
Sala 2023 a bi destê ajansa amêrîkî li temamîya dinîyayê alîkarîya 72 mîlyard dolarî hatîye dayînê.Bi fînansekirina ajansê li Ermenîstanê jî cêrge program hatine mîyaserkirinê û tên mîyaserkirinê, ku piştgirîyê bidine arsaxîyên ji cîh û warên wan derxistî.
Em bêjin, wekî sêkrêtarê dewletê Marko Rûbîo emirnivîsar îmze kirîye, bi kîjanê piranîya fînansekirina bernamên bi destî ajansê hatine qerimandinê.







