H’emû nûçeSereke

Ji serdanên bi rojeva olî çi encamên sîyasî bên hêvîkirin?: Paşînyan li Waşîngtonê ye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bi serdana xebatê li Amêrîkayê ye. Di navbera 3-7 ê sibatê de, serokwezîrê Ermenîstanê wê beşdarî çend çalakîyan bibe, bi taybetî bi civaka ermenî re. Xebatkarên serokwezîrtîyê derbarê hevdîtinên fermî yên muhtemel de hîn agahî nedane. Serdana Paşînyan ya berê ya li Amêrîkayê îlona borî bû. Li Nyû Yorkê beşdarî civîna 79 emîn ya civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî bûye. Vê carê, bala serdana xebatê di serî de olî ye. Paşînyan wê li Waşîngtonê beşdarî  civîna 5 emîn  ya Azadîya dîyanetê ya navneteweyî û “Teştêya nimêja Neteweyî” bibe.

Biryare serokwezîrê Ermenîstanê  mayîna çar rojaye  li Amêrîkayê wê bi serokê Amêrîkayê ra necive. Paşînyan wê beşdarî bûyerên din yên li Waşîngtonê bibe, lê belê, ji hêla têorîkî ve gengaz e ku kesayetên sîyasî “rêyan biqedînin” û nebin xwedî axaftineke bingehîn, lê bi tenê, wek ku dibêjin, “ser linga” axaftin bi serokên koşika Sipî re pêk bê.

Serokwezîrê Ermenîstanê berîya ku biçe Amêrîkayê, dîyar kir ku pêştir mijara şîretkirina beşdarbûna çalakîyên Amêrîkayê hatîye gotûbêjkirin.

“Ev serdaneke gelek girîng e. Min bi hevkaran re jî şêwirîn, em gihîştin wê encamê ku teqez biçin û beşdar bibin” .”Hîn jî bûyerên ku me vexwendname hene ku em tê de beşdar bibin, hin ji wan xuya dikin ku li hev dikin, mixabin, divê em hilbijêrin ku em beşdarî kîjan bûyerê bibin”.

Ji bo beşdarbûnê civîna 5 emîn civîna bilind ya Azadîya dîyanetê ya navneteweyî û “Teştêya nimêjê ya Neteweyî” hewce ne. Ev ji bo muhafezekarên ku li Dewletên Yekbûyî vegerîyane ser desthilatdarîyê mijareke pir girîng tê hesibandin. Li gorî nirxandinên cîhê, mijara olî dikare ji bo Ermenîstanê jî bi fêde be, ji ber ku Tramp ji bo bibe parêzvanê xiristîyanîya li Rojhilatê daxwaznameyek pêşkêş kirîye.

Pisporê navneteweyî Sûrên Sargsyan dide zanîn ku ne bûyere û ne jî beşdarbûna Ermenîstanê ne nû ye.

“Ev bûyereke kevneşopî ye, ku serokên bi dehan welatan beşdar dibin, û li ser navê serok ji hemî rêberan re şîv tê raber kirin”. Heger bûyer mezin be ew dikare li qesira Sipî yan cîhek din be. Heya niha tu civîn bi vî rengî nayê plankirin, ez rê nadim ku hewl bidin tiştekî plan bikin, civîneke kurt çêbibe. “Ev bûyereke bi rêkûpêk pêk tê, wezîrên karên der yên Ermenîstanê berê beşdarî wê bûne, rayedarên din jî beşdar bûne, û pir girîng e ku bê fem kirin ku ev bûyereke eşkere olî ye, bi vî rengî, bûyerek e, wê bûyerên cûre-cûre pêk bên.

Dîroka hevdîtinên Paşînyan-Tramp

Hevdîtineke fermî ya Paşînyan-Tramp qet pêk nehatîye, di serdema yekem ya Tramp de têkilî û gotûbêjên kurt hebûn. Yekem derfeta “ragîhandina ser pîya”,  tîrmeha sala 2018 de, di civîna NATO ê  ya li Bryûsêlê  bû. Piştra îlona 2018 a de, wan di dema şîveke fermî û wênegirîyê de li ser navê Tramp li civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî nêrînên xwe pevguhertin. Sala 2019 a de serokwezîrê Ermenîstanê dîsa li Nyû Yorkê bû, lê hevdîtin nehat kirin. Piştî ku Tramp ji bo heyama duyemîn hat hilbijartin, bi têlêfonê axaftina Paşînyan û Tramp pêk hat. Her wiha di merasîma vekirina katêdrala Notrê Dame ya Parîzê de, Paşînyan bi navbeynkarîya Makron bi Tramp re hevdîtineke kurt kirîye.

Ji bo peymana hevparîya stratêjîk ya ermenî-amêrîkî ya ku di dema rêveberîya Baydên de hat îmzekirin, pisporê kar û barên navneteweyî Sûrên Sargsyan metirsîya ku di dema Tramp de pêk neyê, nabîne.

“Rêvebiriya Tramp ji îmzekirina belgeyê haydar bû ji ber ku dema ku desthilatê ji serokek bo serokekê din veguhezîne “tîmeke veguhêzk heye.” Ji her alî ve xebat tên meşandin. Hilbet di hemû alîyan de lihevkirin çênabin, lê kar tê kirin, bi kêmanî tiştên ku niha tên îmzekirin radigîhînin, bi taybetî heger ji niha ve serokekî hilbijartî hebe. Serok di destpêka mijdarê de hat hilbijartin, lê 20 ê kanûna duyem de dest bi wezîfeyê kir, tê vê wateyê ku ev tevahîya heyam ew qonaxa veguhêz e, ku tê de her du tîm dixebitin da ku ew pêvajoya “veguhêz” pir bi hêsanî bimeşe. “Ev yek ji prînsîpên herî girîng e di bûyera guhertina hökömetê de li Dewletên Yekbûyî”.

Civîna bilind ya azadîya dîyanetê ya navneteweyî û “Teştêya nimêjê ya Neteweyî” çi ye?

Ev serdanên Amêrîkayê dikarin çi bînin Ermenistanê? Civîna bilind ya azadîya dîyanetê ya Navneteweyî û “Teştêya nimêjê ya Neteweyî” ji bilî kombûna tenê ya olî, ji bo lobîyê jî platformeke baş e, ji bo peydakirina peywendîyên nû jî derfetek e.

Civîna navdewletî ya azadîya olî ji alîyê Amêrîkayê ve tê organîzekirin û zêdetirî 20 welatan li hev kom dibin. Civîna par bi beşdarbûna kesayetên alîgirê Ermenîstanê balkêş bû. Di çalakîyan de 5 ermenî axaftvan hebûn, yek ji wan ji Stêpanakêrtê koçber bû. Sedema vê yekê bû ku çapemenîya Adirbêcanê wê demê ev civîn wek civîna îslamî û xaçperestan bi nav kir.

Û “Teştêya nimêja Neteweyî” kombûna kevneşopî ya xirîstîyanan e ku her pêncşema yekem ya meha sibatê li Waşîngtonê bi beşdarîya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê, karbidestên payebilind, karsaz û mêvanên bîyanî, tê organîze kirin.

Wek serokê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê, Donald Tramp  sala 2017 a de di dema “Teştêya nimêjê ya Neteweyî” de firsend hebû ku peyamên xwe ji cîhanê re bişîne.

Tramp gotîye: “Metirsîya sereke ya li ser azadîya olî têrorîzm e” û soza derbazkirina rewşa dijwar ya cîhanê da.Sala 2017 de, ewî got ku “em şahîdê hovîtîyên ku li ser navê olê têne kirin, qetlyamên hovane yên hindikahîyên olî, tirsa ku nayê vegotin, divê bê sekinandin û wî soz da ku wê di dema xwe de rawestîne kampanya hilbijartinê ku heger bê hilbijartin, karê wî yê herî sereke wê şerê li dijî têrorê be.

Sala 2017 a de gotinên Tramp li ser rêxistina terorîst ya “Dewleta Îslamî” bûn. Paşê, di dema serokatîya Tramp de, şerê 44 rojî li Qerebaxê  sala 2020 î  qewimî, ku tê de endamên “Dewleta Îslamî” jî li alîyê Adirbêcanê li dijî xelkê sîvîl şer kirin, ku bi vîdêoyan tê dîtin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button