SerekeSîyasî

Wezîrê  karên der yê Fransîyayê: em dest ji kurdên Sûryayê bernadin

Wezîrê karên der yê Fransîyayê tekez kir, ew dest ji kurdên Rojavayê Kurdistanê bernadin. Her wiha gotîye: “Me navbenkarî di navbera kurdên Sûryayê û Îraqê de kir, da ku bi hev re bihêztir bibin.

Wezîrê karên der yê Fransîyayê Jan-Noêl Barroto  5 ê sibatê li parlamêntoya Fransîyayê gotarek li ser rewşa Sûrîyayê, çarenivîsa kurdên Rojavayê Kurdistanê û şerê li dijî DAÎŞ ê  raber kirîye.

Barroto derbarê pêwendîya welatê xwe li gel kurdên Rojavayê Kurdistanê de gotîye: “Kurd hevalbendên me yên dilsoz in, ew birayên me ne di şer de û em dest ji wan bernadin, me bi hevpeymanên xwe yên kurd re şerê DAÎŞ ê kirîye”.

Ewî da zanîn jî: “Ji demjimêrên yekem yên piştî rûxandina Beşar Esed ve, min bang li Tirkîyayê û Şamê kir ku ji bo pêşîgirtina li alozîyan li Kobanê, agirbestê ragihînin”.

Herwiha gotîye: “Li bakûrê rojhilatê Sûryayê, li gel şerê li dijî DAÎŞ ê, kurdan bi qehremanî zindanên ku bi deh hezaran têrorîst tê de ne, parastin. Ji ber vê yekê me navbênkarî di navbera gênêral Mezlûm Ebdî û hukumeta Sûriyayê ya demkî de kir”.

Wezîrê karên der yê Fransîyayê gotîye: “Me di van demên dawîn de navbênkarî di navbera kurdên Sûryayê û Iraqê de kir, da ku bi hev re bihêz bibin. Di 13 ê sibatê de kurd wê beşdarî konfêransa Parîsê bibin û daxwazên xwe ragihînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button