
Li bajarê Eyn Îsayê yê Rovayê Kurdistanê di êrîşeke Tirkîyayê de zarokekî 15 salî canê xwe ji dest da.
Bombebaran, topbaran û êrîşên Tirkîyayê û komên çekdar yên nêzikî wê yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.
Li gorî nûçeya ANHA ê, artêşa Tirkîyayê û komên çekdar yên nêzikî wê li gundê Şakiroyê yê li rojhilatê Eyn Îsayê bi droneke kamikaze êrişek pêk anî.
Di encama êrîşê de zarokê bi navê Selah Xelef El Selam ê 15 salî canê xwe ji dest da.
Artêşa Tirkîyayê bi berdewamî gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê topbaran û bombebaran dike.
Droneke Tirkîyayê gundê Emşeyê yê Kobanîyê bombebaran kiribû û di encamê de 8 kes birîndar bûbûn.
Giringîya Eyn Îsayê
Eyn Îsa bajarekî biçûk e lê xwedî girîngîyeke stratêjîk ya mezin e.
Heger ew bajar bikeve destê Tirkîyayê û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanîyê de qut dibe.
Eyn Îsa, 47 kîlomêtrayan dûrî bajarê Reqayê ye, 66 kîlomêtrayan li başûr-rojhilatê Kobanîyê ye û 30 kîlomêtrayî ji navenda bajarê Girê Sipî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkîyayê û grûpên çekdar de ye.
Girîngîya stratêjîk ya Eyn Îsayê ji wê yekê tê ku li ser rêya navneteweyî ya M-4 Rodkoyê ye.
Rêya M-4 ê Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqîye, Hums, Hema û Şamê ve girê dide.







