
Şanda DEM partîyê ji bo Îmralîyê serdana Hewlêrê dike û bi serok Barzanî re danûstandinan li ser piroseya nû ya aşîtîyê li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê dike.
Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) di ragehandinekê de amaje da ku şanda wê ji bo Îmraliyê, ku du caran bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re civiyaye, serdana Hewlêrê dike.
Li dû wê ragehandinê, şanda Dem Partiyê ku ji Perwîn Buldan û Sîrî Suraya Onder pêk tê serdana Hewlêrê dike û bi serok Barzanî re danûstandinan li ser pirsoeya nû ya aşîtîyê li Tirkiyayê û Bakurê Kurdistanê û encamên civînên wan ên bi Ocalan re dike.
Heta niha şanda DEM partiyê du caran li girava Îmraliyê li ser piroseya nû ya aştiyê li Tirkiyayê û Bakurê Kurdistanê bi Ocalan re civiyaye. Tevî ku bi awayekî fermî nehatiye ragehandin, lê medyayên Tirkiyayê amaje daye ku li van nêzîkan şanda DEM Partiyê ji bo cara sêyê serdana Îmraliyê dike.
Mêdyayên Tirkiyayê behsa wê yekê jî dikin ku piştî wê civînê, Ocalan li zindana Îmraliyê bi awayekî raste-rast peyamekê li ser piroseya nû ya aşîtîyê parve dike û tê de daxwazê ji çekdarên PKK ê dike ku, çekê xwe dayne û dest bi danûstandinan bike.
Ron nîne ka Ocalan li beranberî çi daxwaza çekdananê ji PKK ê dike, lê ya ku hemî li ser yek in gerentîkirina mafên kurdan di nav destûrê Tirkiyayê de ye, di ser hemiyan re jî itîrafkirina bi zimanê kurdî wek zimanekî fermî, azadkirina hejmareke zêde ya siyasetmedarên zindanîkirî yên kurd, rakirina qeyûman ji ser şaredariyên kurdî û çend mafên din in.







