H’emû nûçeSereke

Ez wisa difikirim ku ew ne gengaz e: Alên Sîmonyan li ser pêrspêktîva qebûlkirina hewldanên navbeynkarîyê yên Moskvayê

Serokê parlamêntê Alên Sîmonyan bersiva pirsa rojnamevanekî ya derbarê ku Ermenîstan dikare hewldanên navbeynkarîyê yên Moskvayê qebûl bike, wiha gotîye: “Ez vê yekê ne muhtemel dibînim. “Lê em li ser her pêşnîyarekê, heger konkrêt be, gotûbêj dikin û em amade ne gotûbêjê li ser bikin, lê ezmûna borî gelek bîranînên xirab hiştine û di dawîyê de, gelek pirsgirêkên me yên neçareser hene bersivên ku me hîn jî tune ne. Wek mînak helwesta Rûsyayê di derbarê leşkerên Adirbêcanê yên ku di çarçoveya Organîzeya Peymana Ewlekarîya Kolêktîv de û hem jî di çarçoveya peymana navbera Ermenîstan-Rûsyayê de êrîşî ser xaka Ermenîstanê dikin.

Alên Sîmonyan dîyar kir ku li gorî daxuyanîya sêalî ya 9 ê mijdarê, hêzên aşîtîyê yên Rûsyayê li wir bûn û divîyabû gelê Ermenîstanê biparêzin.

Pêşengê yekem yê naskirina Qerebaxê wek beşeke ji Adirbêcanê serokê Rûsyayê ye. Serokê meclisa netewî ya Ermenîstanê gotîye: “Hemû cîhan û Rûsya jî di nav de dizane çi qewimî û çawa em bi tenê hiştin”,- serokê parlamêntê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button