H’emû nûçeSereke

Me desta pêşnîyara raberî Bekûyê kirîye û em hîvîya bersiva wanin: Alên Sîmonyan 

Eva meha sisîyaye,wekî pêşnîyara me bersiv nestendîye û tabîya alîyê azêrîya xemgînîyê pêşda tîne.Derbarê wê yekêda em tevî hemû hevkarên xweye navneteweyî qise dikin û em difikirin ku wê diha başbe ku Adirbêcan beşdarîya xweye nava pêvajoya aşîtîyêda berdewam bike. Derheqa wê yekêda serokê parlamêntê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana. 

“Hûn hemû jî zanin ku me desta pêşnîyara raber kirîye û em hîvîya bersivêne, ya ku hetanî roja îroyîn nehatîye stendinê.Diqewime ew yek halê sertbûyîva girêdayîye, yê di navbera Adirbêcanê û Rûsîyayêda, nizanim, lê çi jî hebe, alîyê ermenî hîvîya bersivêye”,-serokê parlamêntê gotîye.

“Ez nikarim bêjim û nikarim wê yekê jî înkarkim”,-Alên Sîmonyan gotîye û bersiva pirsa rojnamevan daye, ku gelo Bekû dokûmênta ku tê nihêrandinê, tevî Moskvayê gotûbêj dike, yan na?”.

“Ez difikirim,wekî alîyê azêrîya fem dike ku  serbestîya Ermenîstanê, serxwebûna wê, pêşeroja serbixwetîyê û serbixwetîya Adirbêcanê hevva girêdayîne û ew destê medane. Roja îroyîn mecala meye dîrokî heye ku em vê pirsê helkin û peyîhatîyên me nava aşîtîyêda bijîn”,-Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button