Rêxistinên ermenî yên li Fransîyayê dixwazin Elîyêv bên darizandin

Lijneya koordînasîyona rêxistinên ermenî yên li Fransîyayê ji bo der barê serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv da doz bê vekirin serî li dadgeha zezayê ya navneteweyî da.
Şêwirê ragîhand ku ev îdîa bi rêya parêzerê fransî Sêvag Torosyan ku endamê byûroya Parîzê û odeya parêzeran ya girêdayî dadgeha cezayê giran e, hatîye kirin.
Di belgeyê de tekezî li ser wê yekê tê kirin ku opêrasîyonên leşkerî yên Adirbêcanê li Qerebaxê ji 27 ê îlona sala 2020 î heta 4 ê cotmeha sala 2023 a, bûne sedema koçberkirina 120 hezar ermenî bi darê zorê û windakirina mîrata çandî ya sedsalî.
Pêştira dozgerê yekem yê dadgeha navneteweyî Lûîs Morêno Ocampo û çend rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan ev bûyer wek jênosîd, tawanên li dijî mirovahîyê û tawanên şer bi nav kiribûn.
Şêwir daxwaz dike ku dozger li gorî xala 15 a ya qanûna Romayê gavên jêrîn bavêje:
Ji bo destpêkirina lêpirsînê derbarê sûcên ku di navbera salên 2020-2023 de li dijî ermenîyên Qerebaxa Çîya hatine kirin, hebûna hincetên têr nas bikin.
Ji bo ku mijara dadrêsîya herêmî ya dadgeha cezayê ya navneteweyî ya li ser Qerebaxa Çîya sewqî daîreya pêşin ya dadgehê bike.
Ji bo Îlham Elîyêv û hemû hevkarên sûcên ku di salên 2020-2023 a de li Qerebaxê hatine kirin, biryara girtinê ya navneteweyî derxin.
Hevserokên CCAF ê Ara Toranyan û Mûrad Papazyan berîya niha bang li hukumeta Fransîyayê kiribûn ku serî li dadgeha cezayê giran ya navneteweyî bidin, lê li gorî wan, Rojava heta niha tu biryarek nîşan nedaye.
“Ji sala 1915 a û vir ve ev cara duyemîn e ku ermenî rastî înkara edaletê tên. Rêxistinê di daxuyanîya xwe de wiha gotîye: “Rewşeke wiha nayê qebûlkirin”.







