Îranê tabîya xweye hindava yekîtîya axa Ermenîstanê îzbat kirîye

Cîgirê wezîrê Îranêyî karên der Mecît Text-Revançî careke mayîn îzbat kirîye, wekî Komara Îranêye Îslamî tabîya xweye derheqa gêopolîtîka herêmê dîsa xweyî dike.
“Armenpress” ê ragîhandîye,wekî li gorî ajansa Îranîye Irna ê, derheqa wê yekêda ewî wextê hevdîtina tevî baylozê Ermenîstanêyî li Îranê Grîgor Hakobyan gotîye û daye dîyarkirinê,wekî pêşdaçûyîna pêwandîyên tevî Ermenîstanê pirseke sîyaseta Îranêye dere girînge.
Wextê hevdîtinê, mecalên kûrkirina hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Îranêda hatine gotûbêjkirinê.Mecît Text Revancî daye dîyarkirinê,wekî bona hevkarîya di navbera herdu welatada hemû mecal hene.
Grîgor Hakobyan sirîya xweda girêdayî 46 salîya serkeftina şorişa îslamîva, cîgirê wezîr pîroz kirîye û gotîye wekî kûrbûna pêwandîyên herdu alîya gelekî girînge.
Wextê hevdîtinê, usa jî fikir dora pirsên rojeva herêmê hatine pevguhartinê û girîngîya hevkarîya dualî û piralî, ya bona qewînbûn û ewlehîya herêmê hatîye dîyarkirinê.







