H’emû nûçeSereke

Li Rojavayê eşaretî didan, wekî Adirbêcanê bibe Ûkraîna mayîn

Li Rojavayê, nava wanda usa jî bi dereca sêkrêtarê NATO ê yî sereke eşartî didan,wekî Adirbêcanê bibe Ûkraîna bi sirê, wekî Rûsîyayê piştî şerê Ûkraînayê Kafkasîya Başûr hilde.Derheqa wê yekêda sîyasîzan Stêpan Danîêlyan gotîye News.am ê.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî di navbea  Rûsîyayê û Adirbêcanêda dijîderketinên stratêjî hene.Pispor gotîye wekî Rûsîya bi dereca here bilind Adirbêcanê nava teribandina dokûmênta sibata sala 2022 a îmzekirî gunehkar dike.“Heger hûn pevketina diteribînin, wî çaxî hîmê hiqûqî çê dibe, ku dijî we gav bêne avîtinê”,-Danîêlyan gotîye.

Bi qîmetkirina wî, alîyê stratêjîda xeta Adirbêcanêye hilbijartî dijî berjewandîyên Rûsîyayê û Îranêye û bo wê yekê jî ev dijîderketinên rûs û azêrîya, usa jî yên îranîya û azêrîya, wê kûr bibin.

“Li Adirbêcanê, li cîhên ku lezgî dijîn, halê sert zêde dibe.Xêncî wê yekê aktîvîya wî cûreyî usa jî nava lezgîyên Dagistanêda tê kifşê”,- sîyasîzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button