Deynê der yê Ermenîstanê ne 12 milyard dolar e, lê 5,96 milyard dolar e: wezîrê aborî

Wezîrê aborî yê Ermenîstanê Gevorg Papoyan agahiyên ku dibêjin deynê der yê Komara Ermenîstanê gihiştiye 12 milyard dolarî derewand. Li gorî rapora “Armenpress”ê, wezîr ev yek di vîdyoyekê de ku li ser rûpela xwe ya Facebookê hatiye weşandin, gotiye.
Di van demên dawîn de gelek name ji we distînin, di rûpelên mêdyaya civakî de şîrove û fikarên ku em ê çi bikin yan çawa çêbû ku deynê der yê Komara Ermenîstanê gihîşt 12 milyard dolaran.
Hemelatiyên hêja, deynê der yê Komara Ermenîstanê ne 12 milyard dolar e, deynê der yê Komara Ermenîstanê 5 milyar 962 mîlyon dolar e. Papoyan wiha gotîye: “Kesên ku ev jimareya 12 mîlyar dolarî belav dikin yan ne agahdar in yn jî bi qestî manîpule dikin da ku bi dayîna agahiyên derewîn berdêlên siyasî bi dest bixin”.







