H’emû nûçeSereke

Ermenîstan cara yekem pavîlyona xwe di Wine Paris 2025 de raber dike

Ermenîstan ji 10 a heta 12 ê sibatê cara ewil beşdarî yek ji mezintirîn pêşangeha şerabê ya cîhanê “Wine Paris” bûye. Ev gaveke girîng bû di danasîna şerabkirina ermenî de, ku beşdarî danasîna mîrateya bêhempa ya welêt li ser qada navneteweyî bûye.

Di pêşangehê de balyozê Ermenîstanê yê li Fransyayê Arman Xaçatryan jî amade bye û destnîşan kir ku Fransîya sêyemîn bazara herî mezin ya hinardekirina şerabên Ermenîstanê ye û beşdarbûna li Wine Paris ji bo danasîna wan derfetên nû vedike.

Li gorî rêveberê weqfa şerab û tirî ya Ermenîstanê Zaruhi Muradyanê, beşdarbûna di Wine Paris 2025 de ji bo bihêzkirina pozîsyona şerabên Ermenîstanê di bazara cîhanî de gaveke girîng bû. Di van salên dawî de, Ermenîstan bi awayekî aktîv îxracata xwe berfireh dike. Heger sala 2016 a de şerabên Ermenîstanê ji 15 welatan re dihatin dayîn, lê sala 2024 a de erdnîgariya wan gihîştîye 39 welatan.

Di nava beşdarên pavîlyonê de şeraba Hin Arênî, şeraba Van Ardî, şeraba Voskêni, şeraba Voskêvaz, şeraba Karas û şerabên din jî hebûn û mînakên herî baş yên şerabê yên Ermenîstanê raber kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button