H’emû nûçeSereke
Ji 15 ê nîsanê heta 15 ê tîrmehê wê dewreyên perwerdeyê yên rêzêrvan bên lidarxistin.

Hukumeta Komara Ermenîstanê plan dike ku ji 15 ê nîsanê heta 15 ê tîrmeha sala 2025 a dewreyên perwerdeyê yên rêzêrvan li dar bixe, ku bi mebesta pêşxistina şarezayên leşkerî yên rêzêrvan, perwerdekirina wan û bilindkirina asta amadebûna şerkeran e.
Li gorî rapora “Armenpress”ê, dewreyên perwerdeyê wê ji bo kesên taybet, efser û efserên ku di rêzên yekem û duyem yên koma yekem ya rêzêrvê de hatine tomarkirin, bêne lidarxistin.
Her welatîyekî wê herî zêde 25 rojên teqwîmî tevlî kombûnê bibe.
Armanca dewreyên rahênanê ew e ku pêşdebirina şarezayên leşkerî yên rezervan, rahênan û amadekirina pîşeyî û her wiha xwendina bilind bê misogerkirin.







