H’emû nûçeSereke

Robêrt Koçaryan têra dibîne ku pêwîste  koma Mînskê çawa jî hebe xweykin

Serokkomarê Ermenîstanêyî duem, serokê tifaqa  bi navê “Ermenîstan” Robêrt Koçaryan dibêje wekî pêwîste ku çi jî hebe koma Mînskê bê xweykirinê.

Li gorî nûçeya “Armenpress” ê fikira wî cûreyî Koçaryan wextê prêss-konfêransê gotîye.

“Koma Mînskê gerekê çawa jî hebe bê xweykirinê, çimkî heger koma Mînskê niha bê belavkirinê, wê paşê gelekî dijwarbe ku formata navneteweyîye nû, ya li ser wê derecê, sazkin”,-Koçaryan gotîye û gotîye ku  koma Mînskê  çi pirsgirêkê pêşda tîne?

Ewî daye dîyarkirinê,wekî koma Mînskê çawa formata danûstandina hatîye sazkirinê û ew dikare bimîne.

Bi gotina Koçaryan, tenê piştî sazkirina formata danûstandina dikarin vê format belavkin.

Em bêjin,wekî pêşnîyara belavkirina koma Mînskê serokê Adirbêcanê Îlhaym Elîyêv raber kirîye.

Wextê hevpeyvîna tevî “Armenpress” ê jî Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotibû, wekî Ermenîstan wê yekê fem dike ku heger konflîkt tune, armanca heyîna wê formatê kîjane. Ewî usa jî gotibû,wekî hema Adirbêcan jî wî cûreyî nêzîkî wê pirsê dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button