SerekeSîyasî

Derfetek bêhempa ya Tramp heye ku Adirbêcanê bide ber cabdarîyê, ku Baydên nekir: Newsweek

“Kamala Harîsê tiştek nekir dema ku 120 000 xirîstîyanên ermenî li Arsaxê rastî çewsandinên hovane û bi destê zorê hatin koçberkirin.Xiristîyanên li seranserê cîhanê dê ne ewile bin heger Kamala Harîs bibe serokdewletê Dewletên Yekbûyî”. “Dema ku ez bibim serokkomar, ez ê xiristîyanên çewsandiye biparêzim, ji bo rawestandina tundî û paqijîya êtnîkî bixebitim û em ê aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de vegerînin”,-Newsweek ê bi bîr xist ku Donald Tramp ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê Truth Social di cotmeha sala borî de, di dema germa kampanyaya serokatîya Dewletên Yekbûyî de got.

Di nûçeyên kovarê de bal tê kişandin ku berevajî daxuyanîyên din yên Tramp, ku gelek caran dikarin mantiq û ehlaqê berovajî bikin, nirxandina wî ya li ser gelê ermenî bê guman rast e.

“Adirbêcan ev 4 sal in hewl dide Ermenîstanê û hebûna wê ya li Başûrê Kafkasyayê tune bike. Di payîza sala 2020 î de dest pê kir, dema ku li dijî Ermenîstanê li ser axa Arsaxê şerekî neqanûnî û bêserûber dest pê kir û bi paqijkirina êtnîkî ya zêdetirî 120 000 ermenî ji herêmê bi dawî bû, ku ji sala 1915 a û vir ve ku medyaya Adirbêcanê li ser jênosîda ermenî nenivîsandîye, koçkirina herî mezin ya ermenîyan kir

Nivîskarê gotarê  Stêfan Pêçdîmalcî (pisporê têkilîyên giştî, nifşê yekem ermenî-amêrîkî, û ji dûndana rizgarbûyên qirkirina Ermenîyan) tekez dike ku “Adirbêcan her weha hewl daye ku bi Ermenîstanê re peymanên aşîtîyê yên nedil tehdît bike û danûstandinan bike, di heman demê de bi Tirkîyayê re, ku hevalbendê wê yê sereke ye, ji bo destdanîna ser erdên bazirganîyê, Ermenîstanê jî di nav de ye. Li gorî nivîskar, rêtorîka ku ji Bekûyê tê herî zêde tirsnak e. Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv di axaftinên xwe yên dawî de bi derew îdîa kir ku Ermenîstan axa wan ya dîrokî ye û jê re gotîye “Adirbêcana Rojavayî ev yek li pey şêwazek nefretkar ya gotinên nefretê ye, ku dîktatorê neftê argûmanên revanşîst yên bi vî rengî anî ziman û heta got ku Yêrêvan, paytexta Ermenîstanê ye”.

“Me dît ku ev nefret bi kiryarên hovane yên li dijî girtîyên ermenî yên şer, êşkence û bidarvekirina yekser ya leşkerên ermenî yên dîl tê xuyang kirin” ,- rojname destnîşan dike ku destpêka vê salê Adirbêcanê dest bi darizandinên xwe yên sexte yên girtîyên sîyasî yên ermenî, di nav de xêrxwaz û wezîrê berê yê Qerebaxa Çîya, Rûbên Vardanyan, tevî parêzbendîyên mafên mirovan, kir.

Nivîskar dide zanîn ku hemû van tawan û binpêkirinên mafên bingehîn yên mirovî di dema serokatîya serokê berê yê qesira Sipî Co Baydên de qewimîne. Ji bo serokekî ku hat ser desthilatê û ragîhand ku mafên mirovan wê di bingeha sîyaseta wî ya derve de bin, têkçûna Baydên ku Adirbêcanê ji sûcên şer û hovîtîyên xwe berpirsîyar dibîne, dê bibe lekeyek li ser mîrateya wî.

Dezgeha medyayê tekez dike ku ji ber vê yekê serok Trump derfeteke bêhempa heye ku tiştê ku serok Baydên nekarî bike: Adirbêcanê berpirsîyar bike. Ya yekem, li gorî belavokê, dibe ku Tramp piştgirîyê bide xala 907 a ya qanûna piştgirîya azadîyê, ku her alîkarîyeke bîyanî ji hukumeta Adirbêcanê re qedexe dike. Dibe ku ew sîyaseta Amêrîkayê ya naskirina qirkirina Ermenîyan, ku bi fermî qirkirina yekem ya sedsala 20 emîn nas dike, ku Tirkîya û Adirbêcan heta îro înkar dikin, bidomîne. Tramp dikare tavilê daxwaza serbestberdana hemû girtîyên ermenî bike, di nav de girtîyên şer yên ku niha di girtîgehên Adirbêcanê de ne.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê dikare zextê li Adirbêcanê bike ku çewsandina xwe ya olî ya li ser şûnwarên kevinar û pîroz yên ermenîyan li Arsaxê bi dawî bîne, û her cûre rêvîzyonîzma dîrokî ku dikare wek hinceteke ji bo êrîşên pêşerojê li ser serwêrîya Ermenîstanê bê bikar anîn şermezar bike. “Serok Tramp got ku ew dixwaze bibe aştîxwaz û di serdema xwe ya duyemîn de dawî li hemû şeran bîne”.”Ew dikare bi rêzgirtina soza xwe ya kampanyayê dest pê bike ku ji Adirbêcanê hesab bipirse û tundîya li dijî gelê ermenî rawestîne. Bê hesap aîştî çênabe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button