H’emû nûçeSereke
Nêçîrvan Barzanî: zimanê me hebûna me ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kirîye: “Zimanê me hebûna me ye”.
Îro Roja zimanê Dayîkê ya cîhanê ye.
Rêxistina perwerde, zanistê û çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) 17 çiriya paşîn ya sala 1999 a, 21ê sibatê wek “Roja zimanê Dayîkê ya cihanê” qebûl kir.
“Zimanê me hebûna me ye”
Di roja cîhanî ya zimanê Dayîkê de, giringiya pêşvebirina zimanê şêrîn yê kurdî û zimanên hemû pêkhateyên Kurdistanê tekez dikim.
Ziman bingeheke sereke ya nasnameya neteweyî, niştimanî û çandî ya me ye, divê em bi her awayî biparêzin û girîngî û bihayê pêwîst bidin pêşxistina zimanê xwe”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe yê X ê bi wesîleya vê rojê peyamek belav kirîye û gotîye:
“Zimanê me hebûna me ye”.







