H’emû nûçeSereke
Sala 2024 a de li Ermenîstanê aylixa mehane ya navînî gihîştîye 287 000 diramî

Sala 2024 a li Ermenistanê aylixa mehane ya navîn gihîştîye 287 000 dram / 730 dolar /. Ev hejmar wezîrê aborîyê yê Komara Ermenîstanê Gêvorg Papoyan li ser rûpela xwe ya Facebookê da raber kirîye.
Ew dide zanîn ku ev rêje sala 2018 a de 172700 dram bû /420 dolar/. “Yanî aylixa navîn bi 66 selefî zêde bûye, lê heger sala 2018 a de baca bi giranî 25,3 selef bû, lê sala 2024 a de 20 selef, ango bac bi 5,3 selefî kêm bûye”.
Guhdarîyê bidine ser ku salên 2013-2018 de aylixa navîn bi 26 200 dram /67 dolar/ zêde bûye , lê belê, salên 2018-2024 de bi 114 500 drama /290 dolar / zêde bûye”,-wezîr nivîsîye.







