
Wezîreta pêşmerga radigihîne ku, zanyar hene livînên çekdarên DAIŞ ê piştî xwerêkxistinê, xazima li deverên Suneyan û wan deverên ku di navbera pêşmerge û artêşa Îraqê de bûne valahîya ewlehîyê, zêdetir dibin.
Birêveberê ragîhandina wezîreta pêşmerga “Çekdarên DAIŞ ê li benda rewşa nû ya Sûryayê ne û hebûna kempan jî metirsiyeke din e”. Şarezayekî warê serbazî jî ragîhandîye: “Vekişîna hêzên Amêrîkayê û pirnekirina valahiya ewlehiyê sedemeke din e ji bo berfirehbûna çalakiyên DAIŞ ê”.
Çiyayê Qereçûxê piştî rûdanên 16 ê cotmehê bûye cihê çekdarên DAIŞ ê. Dijeterora Îraqê bi hevahengiya pêşmergeyan opêrasyonek ji bo têkdana cihên DAIŞ ê dest pê kir. Ji bilî tunelan, hejmareke madeyê TNT û amûrên cuda-cuda û belgenameyan jî di wê opêrasyonê de hatin bindestkirin.
Hebûna hevahengiyan di navbera pêşmerge û hêzên Îraqê de ji bo serkeftina her operasyonekê sedem e.
Zanyarên hewalgirî yên wezîreta pêşmerga eşkere dikin ku, DAIŞ dest bi livînên berfireh dike, xazima jî li deverên Suneyan. Wezîreta pêşmerge dibêje: “Bi du lîwayên hevpar em nikarin valahiya ewlehiyê ya navbera pêşmerga û hêzên Îraqê pir bikin”.
Birêveberê şiyariya niştîmanî û ragîhandina pêşmerga Lîya Osman Mihemed Mistefa gotîye: “Me goman heye ku DAIŞ li hejmareke dever û gundên dûr, ku dikevin devera ewlehiyê ya hevpar li gel sinorên Kerkûkê, Diyalê, Mûsilê, Tikrîtê û Ramadîyê hebin ji ber ku heta niha ew rêkxistina têroristî nehatiye binbirkirin, lema jî divê hevahengiya pêşmerge û hêzên Îraqê û hêzên Hevpeymanan ji alîyê zanyaran ve bê baştirkirin”.
Valahiya ewlehiyê û rûdanên Sûryayê û behsa vekêşana hêzên hevpeymanan tevî rewşa siyasî ya Îraqê ji bo livînên DAIŞ ê sedem in. Piştî ku du lîwayên hevpar dest bi karê xwe kirin, hêşta hejmareke wan lîwayan li wan deverên ku jê re hatine diyarkirin dest bi karê xwe nekiriye. Vê yekê jî usa kiriye ku DAIŞ wê valahiya ewlehiyê ji bo rêkxistina xwe bi kar bîne.
Sedema pirnekirina wê valahiya ewlehiyê siyasî ye, hejmareke aliyên Îraqî astengan çê dikin.
Şarezayê warê serbazî Vafa Mihemed dibêje:“Li sala 2024 a rûdanên têrorsitî sê carkî zêde bûn, xazima jî li deverên Sûryayê. Niha lihevkirineke hevpeymanan bi serokatiya Amêrîkayê û Îraqê heye ku, hêzên Amêrîkayê û hevpeymanan piştî sala 2025 a ji Îraqê bên vekêşan. Ev jî ji bo zindîkirina komên têroristî derfetek e, niha jî hin hêzên siyasî li Îraqê hene rêyê nadin ku hêzên pêşmergeyan biçin wan deverên ku valahiya ewlehiyê lê heye”.







